Xwebexşên dîzayna grafîkê û têkilîya civakî

01/09/2019

Programa komeleyên qurbanîyan

Xwebexşên dîzayna grafîkê û têkilîya civakî

 

Dirêjahîya dema rêklamê: Ji 1 heta 15ê Îlon

Dirêjahîya dema xwebexşê: ji 4 heta 6 mehan

Hejmara xwebexşan: ji 2-4 kesan

 

Jêhatinên xwestî:

 

  • Bikaranîna programên dîzayna grafîk û montacê.
  • Afrênerî di warê dîtina çareyan de û şopandina bicihanîna wan.
  • Zanîna di warê bikaranîna medyaya civakî û nivîsandin û edîtekirina nivîsan.
  • Zanîna avakirina naveroka malperên îlêktronî.
  • Zanîna bikaranîna têgehên mafên mirovan.
  • Zanîna bi zimanekî din ji bilî Erebî.

 

 

Jêhatinên giştî:

 

  • Parastina jîngeha kar a ewle bi rêya pabendîya bi rêzikên karê navendê.
  • Parastina taybetmendîya agahîyan û kesên têkildar.
  • Amadebûyîna di civînên online de, li gel birêveberê/a programan.
  • Pabendîya bi nirx û prensîpên kar xwebexş û yê SCMê.
  • Valabûyîna ji 3-4 saetan bo kar, herî kêm.
  • Hebûna kompîterê.
  • Zanîna bi têgehên rewşa Sûrîyayî û mafên mirovan.

 

Alîyên hevrêzkarîyê.

 

  • Birêveberîya Programa Komeleyan.
  • Beşên SCMê.
  • Qezencgirên programma komeleyan.

 

Pêşekî:

 

  • Kesên zanîna wan di warê piştevanî û pêwendîyan de hebe
  • Kesên ku bawernameya wan di warê medyayê de hebe.

 

Şandina Daxwaznameyan:

Ji kerema xwe re, jiyannameyê bi rêya emailê bişîne [email protected] , li jêr serenavê (xwebexş – programa komeleyên qurbanîyan) bi forma pdf, ku nav û daxwazname ji derveyî dosyayê bin, her weha divabe agahîyên pêwendîyê (nûmare, email) û karên berê, bawername û agahîyên pêwendîya li gel alîyên qewîtîyê.

Dibe ku daxwazname piştî buhurandina demê werin dîtin, lê eger derfet ne berdest be dibe ku bersiv neyê şandin.

Dîroka hevpeyvînan:  hevpeyvîn di nava her du mehên Îlon û cotmehê de ne, eger daxwazname were pejirandin.

01/09/2019
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.